Li Parîsê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li Fransayê Kurdan, li paytext Parîsê bi aktîvîteyeyê salvegera 5’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ve hate lidarxistin, bi beşdariya Kurdistan û dostên wan saet 18:00’an li Qada Repûbliqe destpê kir.

Di pîrozbahiya 5’emîn a salvegera Şoreşa Rojava ya bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir de, li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên PYD’ê û Ciwanên Azad û wêneyên kesên di Qetlîama Pirsûsê de şehîd bibûn hatin hildan.

Di pîrozbahiyê de li ser navê CDK-F, Ciwanên Azadî û Nûnerên PYD Fransa Şoreşa Rojava pîroz kirin û axaftin kirin.

Di axaftinên ku têde hate diyarkirin, Şoreşa Rojava şoreşa ciwanan û jinê ye de ev tişt hatin gotin: “Şoreş Rojava ne tenê şoreşa gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê ye, bûye hêviya gelên li Sûriyeyê û hemû gelên Rojhilata Navîn. Li dijî pilanên dagirkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê, ciwanên Kurd, jin û hemû gelên hejar wê bi qehremanî şer bikin û êrîşan vala derbixin. Hezar silav ji şehîdên Şoreşa Rojav û dayîkên şehîdan re.”

Pîrozbahî bi derketina hunermendên meclîsa TEV-ÇAND Parîsê ya ser dikê, li gel gerandina govendê qîrkirina dirûşmên “Bijî Şoreşa Rojava” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.