BI DÎMEN

Li Parîsê roja yekem a meşa ‘Ji Ocalan Re Azadî’ temam bû

Li Parîsê di roja yekem a meşa ‘Ji Ocalan Re Azad’ de, bi hevdîtinên li gel nûnerên Herêma Cretelîl a CGT û şaredariya Champîgnyê ve temam bû.

Di meşa li paytext Fransa Parîsê de ku hem ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin û hem jî ji bo azadiya wî hate lidarxistin, Kurdistaniyan dirûşmên “Em Hemû Ocalan in” qîr kirin. Di tevahiya meşê de belavokên ku tecrîda şidandî ya li ser Ocalan tîne ziman hatin belavkirin.

Di roja yekem a meşê de, meşa ku ji pêşiya Şaredariya Vîlleneûve-Saîntê destpê kir, destpêkê Kurdistanî çûn avahiya nûnertiya herêma Creteîl a CGT’ê ya yek ji sendîkayên herî mezin a Fransayê li vir dosyayekî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan radestî rêveberên sendîkayê kirin.

Di hevdîtinê de ku bi rayedarên sedîkayê re hate kirin ev tişt hate gotin: “Pêkanînên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê tên kirin em ji nêz ve dişopînin. Divê bi lezgîn pêşiya diktatoriya Erdogan bê girtin. Em piştgirî didin têkoşîna demokratî û azadiyê ya gelê Kurd, divê Ocalan bê azadkirin.”

Li pêşiya Şaredariya Champîgnê li ser navê şeredariyê delegasyonekê meşvan pêşwazî kirin. Di axaftinên rêveberên şaredariyê de ev tişt hatin gotin: “Divê pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan li ber çav bên girtin, Ocalan rêya aştî û aramiya Kurdistan û Rojhilata Navîn nîşan dide. Çawa ku girtina Birêz Ocalan aştiyê naîne berovajî rê li ber mezin bûna kaosê vedike. Divê hêzên navneteweyî dev jî nêzîkatiyên xwe yên nerm berde û gavên şênber bavêjin. Bijî têkoşîna gelê Kurd.”

Meş wê sibehê di saet 10:00’an de ji pêşiya gara Val-de Fontanya dewam bike.