Li Parîsê operasyon: Yek jê bombeya zindî 2 kes mirin

Polîsên Fransayê li banliyoyeke li bakurê Parîsê operasyonek pêk anîn. Di operasyonê de yek jê bombeya zindî 2 kes mirin, 7 kes jî hatin binçavkirin.

Polîsên Fransayê li banliyoyeke li bakurê Parîsê operasyonek pêk anîn. Di operasyonê de yek jê bombeya zindî 2 kes mirin, 7 kes jî hatin binçavkirin.

Li hemberî şexsekî ku tê gotin organîzatorê komkujiya Parîsê ye, operasyonek hat destpêkirin. Polîsan danê sibehê avêtin ser maleke li banliyoya Saînt-Donî.

Li gorî agahiyên destpêkê yên danê sibehê hatin weşandin, yek ji jinek (bombeya zindî) 2 kes mirin. Dozgeriya Parîsê ragihand ku jina bombe li xwe pêçandibû, bi xwe ve teqandiye. Ev bûyer jî, li Fransayê cara yekemîn e rû dide.

Di vê operasyona ku 5 polîs birîndar bûn de li nava avahiyê 3 kes, li cihekî nêzî avahiyê jî yek jê jin du kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandi ku armanca operasyonê zevtkirina organîzatorê êrîşên li Parîsê gumanbar Abdelhamîd Abaaûd e.

Nehat zelalkirin ku Abaaûd ê 28 salî ku endamekî aktîf ê çeteyên DAIŞ'ê ye, li avahiyê bû yan na. Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nêzî lêpirsînê, gumanbarên li avahiyê amadekarî dikirin ku li taxa bazirganiyê ya Parîsê 'La Defense' êrîşê bikin.

Ji ber operasyonê pêşniyar li şêniyên banliyo hat kirin ku ji malên xwe dernekevin. Hemû dibistanên li navenda banliyo hatin girtin.