Li Parîsê nijadperestiya Tirk a li dijî Kurdan!

Li paytexta Fransa Parîsê, li ser dîwarê xwaringeheke Kurdan nivîsên nijadperestî hatin nivîsîn. 

Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê ragihand ku li ser dîwarê xwaringeheke Kurdan a bi navê "Mala Bavo" nivîsên nijadperestî hatine nivîsîn. 

Li ser dîwarê xwaringehê bi zimanê Fransî banga, "Bila Kurdên li Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê bên qirkirin" hatiye kirin û dirûşmeyên "Bijî Tirkiye, bimre Kurdistan" hatine nivîsîn. 

Civaka Demokratîk a Kurd nerazîbûn nîşanî van nivîsên nijadperestan da û diyar kir ku nivîs ji hêla faştên Tirk ve hatiye nivîsîn. 

Li ser tevna civakî nerazîbûneke zêde li hemberî vê nijadperestiyê hate raberkirin. Di hesabên tevna civakî de bang li rayedarên Fransayê hate kirin ku bikevin tevgerê û pêşî li faşîzma Tirk bigirin. Kesekî li ser hesabê xwe yê tevna civakî ragihand û got, "Faşîstên Tirk, li xaka Fransayê çi dikin ji wan re dimîne, rastî ti cezayî nayên. Hê duh li Parîsê sê têkoşerên jin ên Kurd hatin qetilkirin. Îro jî banga qirkirinê dikin. Heke rayedarên Fransayê çav ji van re bigerin, wê sibê hewl bidin ku tiştên xirabtir jî bikin."

Kesekî din jî dîsa li ser hesabê xwe yê tevna civakî got, "Faşîzm, tu bi xêr nehatî Fransayê, ji ku derê bê bila bê (...) Em destûr nedin ku Faşîzm li Fransayê bi cih bibe."

Li ser hesabekî din hate gotin, "Nijadperestî fikrek nîn e, sûc e. Divê kiryarê van sûcan bên cezakirin."