Li Parîsê meşa ji Ocalan re azadî bi dawî bû
Meşa Dirêj a ku li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirî, bi mîtînga li ber Parlamentoya Fransayê bi dawî bû.
Meşa Dirêj a ku li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirî, bi mîtînga li ber Parlamentoya Fransayê bi dawî bû.
Meşa ji Ocalan re azadî ya li paytexta Fransayê, Parîsê destpê kirî di roja 3’yan de berdewam kir. Kurdistaniyên ku li Meydana Denfert-Rochereraûyê civiyan li ber Parlamentoya Fransayê meşiyan.
Kurdistaniyan pankarta ‘’Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’’ vekirin û di meşê de seraqet dirûşmê ji Ocalan re azadî berz kirin û belavokên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan belav kirin.
Meşvanên ku li ber Parlamentoya Fransayê gihaştin hev mîtîngek li dar xistin. Li mîtîngê endama Tevgera Jina Kurd a Fransayê Zozan Serhat axivî.
Serhat got: ‘’Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêbertiya me azad nebe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ti pirsgirêk çareser nabe. Heta ku Rêber Apo azad nebe em ê her roj li qadan bin.’’
Çalakvanan dosyayek li ser tecrîda li ser Ocalan dane Parlamentoya Fransayê.