Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hate xwestin
Li Parîsê bi daxwaza ku berpirsyarên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an bên diyarkirin, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li Parîsê bi daxwaza ku berpirsyarên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an bên diyarkirin, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Bi daxwaza berpirsyarên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, weke her Çarşem îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê çalakiy ‘Edaletê’ hate lidarxistin.
Çalakiya edaletê ya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) weke her hefteyê tê lidarxistin, SKB û Tamîliyan jî destek kir.
Di çalakiya ku flamayên her 3 jinên şoreşger hatin bilindkirin de, têkildarî qetlîamê belavok hatin belavkirin.
Çalakî ku dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” , “Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwazin” hatin berzkirin, bi xwendina belavoka têkildarî qetlîama Parîsê ve bi dawî bû.