Li Parîsê di roja 623’an de edalet hat xwestin

Li Parîsê di roja 623’an de edalet hat xwestin

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîs ji bo failên komkujiya Parîs derkevin holê wek her Çarşem îro jî di nav çalakiyan de bûn. Kurdistaniyan daxwaza edaletê dubare kirin.

Li paytexta Fransa Parîs ji bo failên komkujiya 9’ê Çileya 2013’an derkevin holê çalakiya edaletê hat li darxistin.

Çalakiya edaletê ya ji bo qatilên yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne CAnsiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez derkevin holê çalakiya edaletê li ber Akademiya Civaka Demokratîk a Kurdistan saet 14.00’an destpê kir.

Di çalakiya ku Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan li gel wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez, flamayên KCK, KJK û PYD û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmayên “Em hemû Sakîne, Rojbîn û Leylan e” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin gotin. Li qadeke ku çûnûhatin lê zêde ye çalakiya rûniştinê pêk hat.

Girseya ku hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêz girt. Di axaftinên di çalakiyê de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ bang hat kirin ku her roj di nav çalakiyan de bin.

DEMA ŞENGAL Û KOBANÊ DIHAT NÎQAŞKIRIN KURDAN ÇALAKÎ LI DARXIST

Girseya ku piştî çalakiya edaletê belav nebû hatin ber Parlamentoya Fransa ya êrîşên li hemberî Kobanê û Şengalê dihatin nîqaşkirin.

Girseya ku hat ber parlamentoyê pankarta ku êrîşên li hemberî Kobanê nîşan dide vekirin.

Partiya Komunîst a Fransiz û Parlamenterên Partiya Keskan a Fransa bi armanca piştgiriya bi çalakvanan hatin ber parlamentoyê. Li vir dosyayek ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan a Parîs û KCD-F hatibû amadekirin bi heyeteke ji 4 kesan re radestî parlamentoyê hat kirin.