Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina sê jinên Kurd de, polîsên Frensî 2 kes binçav kiribûn. Îro hate diyar kirin ku dema binçavî ya van her 2 kesan hatiye dirêj kirin.
Çavkaniyeke polîsên Franseyê aghaî da AFPê û diyar kir ku du zilamên Kurd ên ku salên 1974 û 1982yê li Tirkiyeyê ji dayik bûne û ji derdorên nêzî her sê jinên Kurd ên ku hatine qetilkirin bûn hatine binçavkirin, lê nehat aşkerekirin a ji ber kîjan sucî hatine binçavkirin. Her wiha çavkaniyê agahî da k her du kes li La Courneuveyê rûdinin.
Dema binçavkirina van her du kesan dikaer heya 96 seatan were dirêj kirin û pişt re polîs dikare van kesan li gorî delîlên hatî berhevkirin, derxe pêşberî dadgeh.
Lêpirsina derbarê qetilkirina Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê Şûbeya Tugaya Krîminal a Parîsê û Muduriyeta Têkoşîna li Dijî Terorê ve, têkirin.