Li Parîs û Osloyê bîranîna şehîdan
Şehîdên berxwedana azadiya Kurdistanê Osman Aspar û Gulnaz Ege, li Paytext Parîs a Fransa, li Oslo’yê jî gerîlayê HPG’ê Medenî Sayilgan, şervanê YPG’ê Şurdan Bêrtî û gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmet hatin bîranîn.
Şehîdên berxwedana azadiya Kurdistanê Osman Aspar û Gulnaz Ege, li Paytext Parîs a Fransa, li Oslo’yê jî gerîlayê HPG’ê Medenî Sayilgan, şervanê YPG’ê Şurdan Bêrtî û gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmet hatin bîranîn.
Li paytext Parîs a Fransayê li navenda NCDK’ê şehîd Osman Aspar (Serhad) û Gulnaz Ege hatin bîranîn.
Di bîranîna ku bi rêzgirtinê hatî destpêkirin de endamê komîsyona malbatên şehîdan Celîl Akdogan axivî. Akdogan got; Şehîd nirxên herî bingehîn ên civakê pêk anîne û gavên jiyanê zêde kirine.
Di bibîranînê de siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî wiha got: “ Şehîdên me bi berxwedanek mezin berpirsiyartiya xwe bi cih anîn. Di her malbatê de bi dehan şehîd hene. Ew şehîdên me ne. Em soz didin ku em ê hêjayî wan bin û wesiyetên wan bi cih bînîn. Emê Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin.”
Di bibîranînê de dayîka Şehîd Kemal Akyol jî axivî û wiha got: “ Hêj gulên hatine bîranîna kurê min hişk nebûne, em dîsa bîranîna şehîd dikin. Her dayîk evîndarê kurê xwe ye. Em îro êşa hevrêyê xwe Serhed di dilê xwe de hîs dikîn.”
Birayê şehîd Osman Aspar Abdurrahman Aspar jî wiha axivî, “ Ew salên dirêj weke fedayî jiya û îro şehîd bû. Serok Apo û PKK’ê silav dikim. Serkeftin a me ye, em ji her berdelê re amade ne.”
Bîranîn piştî pêşkêşkirina vîdeoya berxwedana şehîd, bi dirûşmeyan bi dawî bû.
LI OSLOYÊ GERÎLAYÊ HPG’Ê Û ŞERVANÊ YPG’Ê HAT BIBÎRANÎN
Li paytexta Norwêc Osloyê li Navenda Kurdistana Demokratîk a Osloyê bi beşdarbûna nêzî 200 kesî yên ku piraniya wan malbatên şehîdan bûn, bîranîna şehîdan pêk hat.
Di civîna bîranînê de, ji fermandarên herêma Erziromê yê di 4'ê Nîsana 2018'an de li bejahiya navçeya Pîlemûriye ya Dersimê şehîd bûyî Kemal Garzan (Medenî Sayilgan) Şervanê YPG'ê Şurzan Bêrtî (Şûrzan Demirkapi) yê di 14'ê Sibata 2018'an de li navçeya Şiye ya Efrînê şehîd bûyî û gerîlayê HPG'ê Demhat Ehmed yê di 23'ê Adarê de li herêma Zapê di encama bombebarana artêşa Tirk de şehîd bûyî, hatin bîranîn.
Di destpêka bîranînê de axaftinên bi dîmen ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan hat guhdar kirin. Piştre sînevîzyona derbarê şehîdan de hate temaşekirin. Bi rêzê ve xizmên gerîlayan, derbarê şehîdan de axivîn.
Di axaftinên hatin kirin de, diyar kirin ku divê hîn zêdetir xwedî li mîrasê şehîdan were derketin.
Civîna bîranînê bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' û Bijî Serok Apo' bi dawî bû.