Li dijî karwana otobusên heciyên Şiî yên başûrêrojavayê Pakîstanê diçûn Îranê êrîşa bombeyî pêkhat, 17 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.
Bûyer li herêma Mastung ya Belûcîstanê rû da. Li dijî karwana otobusên heciyên Şiî yên diçûn bajarê Taftan ya Îranê êrîşa bombeyî ya întîharî pêkhat. Yek ji otobusên ku hedef hatibû girtin bigiştî hate rûxandin, otobusên din jî hinek zirar dîtin. Di êrîşê de 17 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kesan jî birîndarbûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.
Heya niha ti kesê êrîş negirtiye ser xwe.
Li herêmê hertim li dijî Şiiyan êrîş pêktên. Hefteya borî li dijî du otobusên ji Belûcîstanê diçûn Îranê êrîşa bombeyî pêkhatibû û 18 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di meha borî de jî li Rawalpîndiyê êrîş pêkhatibû û di êrîşê de 23 heciyên Şiî jiyana xwe ji dest dabûn.