Li Osmaniyeyê 10 HDP'yî hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê li Osmaniyeyê jî dewam kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê li Osmaniyeyê jî dewam kirin. Li vê derê 10 rêveber û wezîfedarên li ser sindoqan ên HDP'yî hatin binçavkirin.

Polîsan li taxên Yûnûs Emre, Mîmar Sînan û Fatîhê yên Osmaniyeyê avêtin ser bi dehan malan û zarok jî di nav de 10 HDP'yî kirin binçavan. Di serdegirtinan de polîsan deriyên malan şikandin û eşyayên li nava malan ji hev belav kirin.

Mirovên hatine binçavkirin ev in: ""Rêveberên HDP'ê yên Bajarê Osmaniyeyê Husamettîn Akyol, Mehmet Şah Soysal, wezîfedarên li ser sindoqan Kadrî Dagli, Hatîp Bagiş, Hidir Yildizhan, Ozhan Aktaş, Denîz Eye, Vedat Eker, Erdal Tetîk û zarokê bi navê H.Y."

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê Celal Korkmaz da xuyakirin ku ev operasyon siyasî ye û ji bo pêşî li xebatên partiya wan û karê wezîfedarên li ser sindoqan bê girtin, hatiye kirin.