Li Orebro û Marsîlyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarê Orebor yê Swêdê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

Li bajarê Orebor yê Swêdê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

OREBRO

Kurdistanî û dostên wan di çalakiyê de alên PKK, KCK, YPG/YPJ'ê hildan û li dijî operasyonên qirkirina siyasî pankartên şermezarkirinê vekirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li vir axivîn û diyar kirin, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku temsîla vîna 3 mîlyon Kurdî dike, ne ya qebûlkirinê ye.

Bang li saziyên navneteweyî jî hat kirin, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebroyê Ridvan Altûn, girtina siyasetmedar, endam û rêveberên HDP û DBP'ê protesto kir û got, "Çeteya Erdogan û AKP'ê ku bi desteka sermayeya navneteweyî bûne cinawir, li serê mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn bûne bela. Gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji vî belayî, rizgar bibin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" û "Destên xwe yên bi xwîn ji ser Kurdistanê vekişînin" hatin qîrîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanan çalakî lidar xistin.

Ciwanan di vê çarçoveyê de li gara Saînt Charles a li Marsîlyayê belavok belav kirin û dirûşmên "Ciwan fedayiyên Apo ne", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriyan.

Ciwanan komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, di salvegera 18. de şermezar kirin gotin, azadiya Ocalan azadiya Kurdistanê, azadiya gelê Kurd e.

Ciwanan dan xuyakirin, heta ku Ocalan azad bibe ew ê her li qadan bin û ji bo meşa dirêj a navbera 9-11'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin.