Li Nurnbergê li dijî DAIŞ yekîtiya hêzê hat avakirin

Li Nurnbergê li dijî DAIŞ yekîtiya hêzê hat avakirin

Li bajarê Nurnberg ê Elmanya li dijî çeteyên DAIŞ yekîtiya hêzê hat avakirin. Li dijî çeteyên DAIŞ ên ji destpêka Tebaxê ve êrîşî Kurdistanê dikin li Nurnberg bi beşdariya gelek komele, rêxistin û siyasetmedarên xwecihî yekîtiyeke hêzê hat avakirin.

Di pêkhateya li ser navê “Li dijî terora DAIŞ înîsiyatîfa Nurnberg” de ATÎF, Radîkale Lînce, AGÎF, Karawane, DÎDF, KYKP, Meyda Volkhaus e. V.  û Navenda Çanda Elewiyan ya Nurnberg cih digirin.

Înîsiyatîf wê destpêkê ji bo Şengaliyên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Şengal li Kampa Newroz ya li Cizîrê bi cih bûn alîkairya derman û madî bike.

Ji bo tevlîbûnê bang li gelek rêxistinên din jî hat kirin. Dîsa bang li mizgeftên li Nurnberg û derdorê wê hat kirin da ku piştgiriyê bidin kampanyaya alîkariya mirovî û êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar bikin.

Înîsiyatîfê biryara gelek rêzeçalakî û aktîvîteyan da.

1’ê Cotmehê 2014’an wê panelek bi tevlîbûna Parlamenterên Alman Ulla Jelpke û Martîn Dolzer bê lidarxistin.

Di çarçoveya kampanyaya derman a ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve tê meşandin, dermanxaneyên li Nurnberg û derdora wê hatin ziyaret kirin û bi awayekî nivîskî banga tevlîbûna ji kampanyayê re hat kirin.

Her wiha 4  hefteyan wê li navenda bajar standên agahdarkirinê bên vekirin. Wê êrîşên çeteyên DAIŞ ji raya giştî ya Elmanya re bên ragihandin û li aliyê din jî wê alîkarî bên komkirin.