Li Norwecê şahiyên piştgîriya Rojava

Li Norwecê şahiyên piştgîriya Rojava

Ji bo piştgîriya gelê Rojava li Norwecê du şahiyên cuda ji aliyê rêxistinên Kurdistanî ve pêk hatin.

Şahiya li Bajarê Trondheim ku roja Carşem 26ê mehê ji aliyê gelek rêxistinên Kurdistanî ve hat lidarxistin, bi beşdariya gelek Kurdistaniyan û bernameyek dewlemend a hunerî pêk hat. Di vê şahiyê da hunermendên weku Hozan Kawa, Hozan Dîno, Şêrko Merîwanî û Dijwar Silêmanî gel bi stranên xwe coşandin.

Kurdên li bajarê Oslo û derdora wê jî ji bo heman mebestê êvara înê şahiyek pêk anîn. Di vê şahiya li Oslo ku ji aliyê komîta piştgîriya Serêkaniyê ve hate lidarxistin qasî 200 Kurdistanî beşdar û di salonê da posterên Ocalan, alên Desteya Bilind a Kurd, ala Kurdistan, KCK, PYD, PJAK û posterên şehîdên Rojava û yên Serêkaniyê hatibûn daliqandin. Şahî bi rêzgirtin û peyama komîta amadekar dest pê kir.

Di nav şahiya Kurdistaniyan da Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK, Hacî Ehmedî ku ji bo cend rojan li Norwecê, beşdarî şahiyê bû û axaftinek kir. Ehmedî di peyama xwe da anî ziman ku "gelê kurd deyindarê gelê Rojava ye û pêwîste gelê kurd li Rojhilat, Başur û Bakur bi hemu hêza xwe li gelê Rojava xwedî derkeve. Em hemû deyindarê gelê Rojava ne". Ahmedî bal kişande li ser polîtîkayên qirêj yên rejîmên derdor weku Tirkiye û Iran ku hemû hewildanên wan li ser qirkirina gelê kurd e. Ji bo vê yekê ji tenha careseriya gelê kurd li hevdu xwedî derketine û parastina rumet û nasnam xwe ye.

Şêx Murşîd Maşuq Xeznewî ku demeke li Başurê Kurdistanê bû, beşdarî şahiyê bû û nêrînên xwe li ser rewşa dawî a gelê Rojava û bi tayibet têkîliyên navbera hêzên kurdan anîn ziman. Şêx Xeznewî diyar kir ku ew tevlî gelek komcivîn, konferans û kongreyên hêzên muxalif bûye û li vir da gelek caran dijminatiya wan hêzan a gelê Kurd bercav derketiye holê. Şêx Xeznewî, ji bo careseriya pêşeroja Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya me bi hevgirtin ü îtifaqa me heye u van peyaman da:

"Roj ne roja girtina sinorên Kurdistanê ye". Dem dema îtifaq û piştgîriyê ye."Di vê pêvajoya dîrokê de pêwîstiya gelê Rojava bi Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê heye. Ya girîng ew e ku her Kurd û hêzên siyasî li Desteya Bilind a Kurd xwedî derkevin. Gelê Rojava pêwîstî bi hemü alîkariyê heye".

Şahiya kurdan li Oslo bi stranên Hozan Dîno, Nejman Sindî û Mansur Evîndar bi dïlan û govend bi dawî bû.