Li Norveç û Avusturyayê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li Norveç û Avusturyayê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li Norveç û Avusturyayê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Kurdistaniyên ku li paytexta Norveçê Oslo dijîn 35. Salvegera damezrandina PKK’ê bi şevekî li darxistin pîroz kirin. Li bajarê Avusturyayê St. Poltenê 35. Salvegera damezrandina PKK’ê ku bi hezaran kes tevlî bûn bi şahiyekê pîroz kirin. Pîrozbahiya li St. Poltenê gelek hûnermendên kurd beşdar bûn.
Li bajaraê Avusturya St. Poltenê 35. Salvegera damezrandina PKK’ê di şevekê de hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gelek hûnermendên kurd beşdar bûn.
Şeva pîrozbahiyê ku bi deqeyekî rêzgirtina ji bo yên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir, hûnermend Şengûl, Seyitxan, Comert, Diyar û Koma Amed beşdar bûn.
Her wiha di şeva pîrozbahiyê de komên folklorê yên Viyana û St. polten derketin pêş gel.
Di dema ku peyama Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik hate nîşan dan de li salonê dirûşme û lêdana çepikan bilind bû. Girseyê li ser hev dirûşmeyên weke “Bijî Serokı Apo”, “Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok”, “Silav Silav ji Îmralî re hezar silav” hatin qêrîn.
Di şevê de stand hatin vekirin û ji bo Rojava kampanya alikariyê hat li darxistin. Şeva pîrozbahiyê bi tîlîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.
Li paytexê Norveç’ê Oslo jî salvegera damezrandina PKK’ê bi şevekî pîrozbahiyê hat pîroz kirin.
Tevaya şevê li ser hev dirûşmeyên piştgiriya Rojava û YPG’ê hatin qêrîn. Şahiya ku nûnerên PJAK, PYD, KNK’ê jî tevlî bûn, Serokê Giştî yê PJAK’ê Hecî Ehmedî axiftinek kir.
Norveç’in başkenti Oslo’da da PKK’nin kuruluşu bir gece ile kutlandı.
Ehmedî di axaftina xwe de pêşketinên dawî yên li Kurdistanê nirxand. Ehmedî wiha got: “Heya ku PKK’e avabûyî Kurdistana me a Îran, Iraq,Sûriye û Tirkiye hebû. Lê piştî ku PKK’e hat damezrandin şûnde Kurdistan bû Kurdistan.”
Her wiha di şevê de Heyva Sero ji bo Rojava alikarî jî kom kir.
Di şevê de standên pirtokên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser dîroka PKK’ê ku hatine wergerandina zimanên cuda hat vekirin.
Kurdistaniyên ku tevlî şevê bûyîn damezrandina PKK’ê bi tevlîbûna hûnermend Hemê Hecî, Evîn, Nabaz-Dûnya Makuryanî û ji hûnermendên herêmî Hamidocan tevlî bibûn û şeva pîrozbahiya bi qêrîna dirûşmeyan hat pîroz kirin.