Li Normandîeyê çalakiya li dijî dîktatoriya AKP/Qesrê

Li herêma Normandîe ya Fransayê, polîtîkayên dagirkeriyê yên dîktatoriya AKP/Qesrê hatin şermezarkirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî li ber gara Les Mûreaûxê li hev civiyan û heta meydana Agorayê meşiyan.

Di meşê de belavokên li ser girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata hatin belavkirin. Çalakgeran dirûşmên "Dewleta faşîst ji Kurdistanê bicehime" û "Kujer Erdogan, piştevan Ewropa" qîriyan.

Li meydana Agorayê, belavokên li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li raya giştî ya Fransayê hat kirin, ku li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

...