Li Normandîe yê aktivîteya bîranînê
Li herêma Normandîe ya Fransayê ji bo gerîlayên bi navê Saîm Aslan (Hogir) û Alî Aslan(Rêder) ên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn akitivîteyek a bîranînê hate lidarxistin.

Di aktivîteya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Les Mûreaûxê de, li gel malbatan, Kurdistanî jî beşdar bûn.
Di bîranînê de li ser anvê Tevgera Jin a Kurd Zazan Serhat axivî û wiha got: “Hemû berxwedan, hêvî, hezkirin a şehîdên me ji bo welat û gelê wî ye. Berxwedan birûmet a ku dimeşînin, ji bo xuliqandina pêşerojek azad û gelek azad e, ji bo vê heta dawiyê em ê têkoşîna wan dewam bikin. Ji bo hedefa şehîdên me ên Kurdistana azad, em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.”
Aktivîte, bi pîşandan sînevîzyon û dirûşmên “Şehîd namirin”, “ Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.
&