Li Nisêbînê jinek birîndar bû
Li Nisêbînê jina bi navê Fatma Kûlat li mala xwe ya qata 5'an bû hedefa guleya nehat zanîn ji ku hatiye.
Li Nisêbînê jina bi navê Fatma Kûlat li mala xwe ya qata 5'an bû hedefa guleya nehat zanîn ji ku hatiye.
Li Nisêbînê jina bi navê Fatma Kûlat li mala xwe ya qata 5'an bû hedefa guleya nehat zanîn ji ku hatiye, birîndar bû.
Li Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanan ket roja 5. êrîşên polîsan didomin. Polîs li Qada Newroz, Rêya Îpekê, Cadeya Çagçag bi wesayîtên zirxî bi cih bûne, bi çekên bombevêj bombeyan diavêjin taxên Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehir. Polîs her wiha van taxan gulebaran dikin. Li hember êrîşan berxwedana gel didome.
Polîs ku hewldanên komkujiyê li navçeyê didomînin, dema bi wesayîtek zirxî di ser Cadeya Çagçag re derbas dibûn teqînek dijwar rû da. Piştî teqînê hat diyarkirin ku êdî wesayît ketiye halekî nema tê bikaranîn, têkildarî hejmara mirî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Her wiha jina bi navê Fatma Kûlat a 42 salî, li mûtfaxa mala xwe ya qata 5’an a di apartmanek li Taxa Devrîm, bû hedefa guleyek bê ji ku hatiye nediyar. Hate ragihandin ku dema Kûlat xwarin amade dikir, guleyê cama mûtfaxê şkand û ji bin çeneyê ketiye qirika wê. Jina bi giranî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî mudaxeleya yekemîn, Kûlat sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle kirin.