Li Nisêbînê di marketekê de teqîn

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di marketekê de teqîneke dijwar rû da. Ji ber teqînê di marketê de şewat derket. Hat ragihandin ku birîndar hene.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di marketekê de teqîneke dijwar rû da. Ji ber teqînê di marketê de şewat derket. Hat ragihandin ku birîndar hene.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di marketeke li ser Cadeya Sakarya ya li Taxa Yenî Tûran teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê ku di marketê de şewat derket xanî û dikanên li derdorê zerar dîtin. Piştî şewata di marketê de rû da di avahiyê de gelek kes asê man. Ekîbên îtfaiyeyê ku xebatên vemirandina şewatê dan destpêkirin, gelek wesayîtên zirxî sewqî Cadeya Sakarya hatin kirin. Sedema teqînê ku nehat zanîn, hat ragihandin welatî li derdora marketê kom dibin.