Li Nîgdeyê 3 xwendekar hatin binçavkirin
Li Nîgdeyê di operasyona qirkirina siyasî de 3 xwendekar hatin binçavkirin.
Li Nîgdeyê di operasyona qirkirina siyasî de 3 xwendekar hatin binçavkirin.
Li Nîgdeyê di operasyona qirkirina siyasî de 3 xwendekar hatin binçavkirin.
Hikûmeta AKP'ê bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re roj bi roj operasyonên xwe yên siyasî dijwartir dike. Hikûmetê vê carê jî berê xwe da xwendekarên zanîngehê.
Polîsan danê sibehê avêtin ser mal û wargehên xwendekarên li Zanîngeha Nîgdeyê dixwînin. Di sedegirtinan de, piştî lêgerîna li mal û wargehan 3 xwendekar hatin binçavkirin.
Nêçirvan Duzgun, Harûn Kûrt û Eyup Karataş ên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Nîgdeyê.