Hekimtiya Nexweşxaneya Seyfî Demîrsoy ya navçeya Bucaya Îzmîrê, bi Miftîtiyê re li hev kir û ji bo jinan kursa Quranê vekir. Rêveberiya nexweşxaneyê îdia kir ku li ser daxwazê ev kurs vekirine û Serokê SES’ê Şaxê Îzmîrê Dr Velî Atanur jî diyar kir ku ev ji pêkanîn ku ji bo afirandina profîla nifşê oldar pêk tê.
Nexweşxneya Seyfî Demîrsoy ya Bucaya Îzmîrê ji bo personelên xwe yên jin Kursa Quranê vekir. Nexweşxaneyê ev îlankirin di kompîturên xwe personelên xwe de kir. Rêveberiyê ji bo kursê jî salona civînê ya xwaringehê hilbijart. Hefteyê du rojan saet di navbera 14.30 û 18.30 dê kurs bên dayîn û hat îdiakirin ku li ser daxwaza jinan hatiye vekirin. Ev du hefte ye ji xebatkarên jin ders tê dayîn.
MEZIN NEKIN, KURSÊN ME YÊN DIN JÎ HENE!
Derbarê mijarê rêveberê nexweşxaneyê Opr. Dr Alî Kasap jî got kursên wan yên muzîk, îngîlîzî û boyaxkirina texteyan jî hene û got ku hêj hinek nehatine dayîn û îdia kir ku li ser daxwazan kursa Quranê vekirine. Kasap got ku ji Muftîtiya Bucayê meleyek di rojên diyarkirî de tê nexweşxaneyê û dersê dide hempîreyan û got divê evqas neyê mezinkirin û ragihand ku kursa boyaxkirina texteyan jî dide. Kasap da zanîn k udi navbera herduyan de tu ferq nîne.
‘DAXWAZ BÊ EM Ê LI DIBISTANAN JÎ VEBIKIN’
Muftiyê Bucayê Adem Gulmek jî got di meha îlonê de bi guherîna mewzuatan re, hemû daxwazên ku ji bo kursa Kuranê tên dinirxînin û bersivê didinê û got: “Ger hejmara me têr bike rayeya me ya ku em dê li hemû saziyên cemawerî dersê bidin heye. Her kesê ku qeymeqamtî erê bike, em dikarin bersivê bidinê û dibistan jî têde em amadene ku li her derê xizmetê bidin.”
SES: NIFŞEKÎ ÎTÎATKAR DIXWAZIN
Rêveberiya nexweşxaneyê îdia kir ku li ser daxwazê ev kurs vekirine û Serokê SES’ê Şaxê Îzmîrê Dr Velî Atanur jî diyar kir ku ev ji pêkanîn ku ji bo afirandina profîla nifşê oldar pêk tê. Atanur got bi taybet vê qursê ji bo jinan vedikin û got dixwazin hêmaya herî dînamîk ya civakê îtîatkar bikin û bi vê re pergal rehet bê xebitandin.