Li navenda Şengalê gerîlayan ji sê milan ve çalakî pêk anîn
Li navenda Şengalê gerîlayan ji sê milan ve çalakî pêk anîn
Li navenda Şengalê gerîlayan ji sê milan ve çalakî pêk anîn
Operasyonên gerîlayên HPG/YJA STAR û Yekîneyên Berxwedana Şengal li Şengalê dijî çeteyên DAIŞ didomin. Gerîlayan li navenda Şengalê li dijî navenda çeteyan ji sê milan ve çalakî pêk anîn.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê têkildarî çalakiyên 20 û 21’ê Îlonê li Şengalê pêk anîn agahî dan. Li gorî daxuyaniya nivîskî gerîlan duh nîvê şevê ji sê aliyan de li hemberî çeteyên li navenda Şengalê çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “21’ê Îlonê (îro) saet 01.00’an gerîlayên me li hemberî Gazînoya Şemdîn a çeteyên DAIŞ wek baregehekê bi kar tînin û li navenda Şengalê ye ji 3 milan ve çalakiyek li darxistin. Di vê çalakiya ku ji bo rêhevalên me Şehîd Armanc û Şehîd Ronî hat lidarxistin gelek çete hatine kuştin” û di daxuyaniyê de der barê çalakiyê de wiha hat gotin:
“-Aliyê yekemîn konê ewlekariyê yê aîdî çeteyan kiriye armanc. Di vê êrîşa mesafeyeke kurt de ya bi çekên B-7 û BKC gelek çete hatine kuştin.
-Aliyê duyem kemîn daniye pêşiya hêza teqwiye ya ji navenda Şengalê dihat. Di vê çalakiya kemînê de du wesayitên çeteyan hatine rûxandin û wesayîtên din jî paşda vekişiyane.
-Aliyê sêyemîn jî gazînoya ku têde nêzî 50 çete hebûn kir hedef. Gerîlayên me 13 roketên B-7 avêtine avahiyê û şewat di avahiyê de derketiye. Her wiha gerîlayên me 5 mayinên ku çeteyan li dora avahiyê bicih kiribûn îmha kirin.”
HPG’ê diyar kir ku 20’ê Îlonê duh saet nêzî 19.00’an di navbera gundê Sinune û Hiriko li dijî çeteyên li ser rê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên çeteyan zelal nebûye.