Li navçeyên Rihayê 17 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Serêkaniyê, Pirsûs, Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê, herî kêm 17 kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP'ê, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî, di çaroveya konsepta şer de li navçeyên Rihayê dewam kir.

SERÊKANIYÊ

Li taxên bejahî yên navçeya Serêkaniyê, jendermeyan û polîsên tevgera taybet avêtin ser gelek malan. Li Humera Jêrîn, tevî Casim Çîn ê du serdeman endametiya Meclîsa Giştî ya Bajêr û Şaredariyê ya AKP'yî kir û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi xizmên xwe re derbasî nava HDP'ê bû û Keyayê taxê Şêx Rucûm Abdulkadîr Coşkûn, herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. Navê kesên hatine binçavkirin û birine Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Serêkaniyê bi vî rengî ye: "Ji navenda Serêkaniyê Osman Firat, ji taxa Humera Jorîn Ahmet Dagtekîn, ji taxa Lebena Ridvan Çoltû, ji taxa Axirtoşê Îsmaîl Kahraman, ji taxa Kevirreş Hasan Tûrgay, ji taxa Xirbê Têz Mehmet Alî Memîş, ji Xirbê Sûf Ozgur Emen, ji Şêx Rucûm keya Abdulkadîr Coşkûn û Casim Çîn." 

PIRSÛS

Li taxa Mehser a navçeya Pirsûsê, jendermeyan avêtin ser malan û Salih Şahîn û rêveberê HDP'ê yê Navçeya Pirsûsê Nîhat Yildirim girtin binçavan. Şahîn û Yildirim birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.

BÊRECÛK

Li navçeya Bêrecûkê, jendermeyan avêtin ser taxên Kakurtlu û Xullik û di encamê de Şêx Mehmet Polat ê 70 salî, Rêveberê DBP'ê yê Navçeya Bêrecûkê Ramazan Polat, Ahmet polat, Mehmet Polat û Salîh Karadag girtin binçavan.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê, di serdegirtina li taxa Sergiti de welatiyê bi navê Bîlal Erdem hat binçavkirin û ew birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.