Li Myanmar bi hezaran kes bê mal man
Li Myanmar bi hezaran kes bê mal man
Li Myanmar bi hezaran kes bê mal man
Li Myanmar di encama buhabûna emlaqê de bi hezaran malbat mexdur bûn. Keşîşxaneyeke Eyaleta Rangoun, ji kesên bê mal re deriyê xwe vekir. Rayedarên li baxçeyên keşîşxaneyê nivîn danîn, hewl dide pirsgirêka malbatan çareser bike.
Myanmar ku bi dehan salî bi rêveberiya leşkerî hat birêvekirin, bi destpêkirina reformên aborî re di bûhayên emlaqê de zem çêbû.
Rahîb Khîn San Oo yê 61 salî ku li keşîşxaneyê bi kesên bê mal re eleqeder dibû wiha got: “Bi sedan malbat tên vir û dibêjin em bê mal mane.” Rayedaran da zanîn ku ev 16 sale deriyên xwe ji kesên bê mal re vekirine û li ser axa xwe destur dane ku cihekî 20 metrekare ji bo xwe vekin.
Beşeke mezin a civakê ji ber buhayê kîrayana gazinan dikin û diyar dikin ku ji ber pereyê wan nîne, nekarin xurekê bikirin. Hinek malbat ji ber xizaniyê nekarin li ser axa keşîşxaneyê jî xanî çêbikin û ji ber vê neçarî li cihên ku keşîşxane tesîs dike dimîne. Li ser axa keşîşxaneyê jî cihê avakirina xanî nemaye û rayedarên keşîşxaneyê ji bo axê bikirin, pere nabînin.
Rayedarên Myanmar jî diyar kirin ku ew dê ji bo pirsgirêkê çareser bikin dê lojmanên civakî yên erzan çêbikin.