Li Mûsilê şerê Îran û Tirkiyeyê yê ji bo serweriyê

Li Mûsilê di nav Heşdî Şebî ya bi ser Îranê û Heşdî Wetanî ya bi ser Tirkiyê ve şer derket. Ji du aliyan 7 kes birîndar bûn. Rageşî li bajêr didome.

Li Mûsilê di navbera Heşdî Wetanî (Mihafizên Nînova) de, ku bi ser  dewleta Tirk ve ne û Heşdî Şebî de, ku bi ser Îranê ve ne şer derket.

Di navbera Heşdî Wetanî de ya ku ji hêla Waliyê Mûsilê Esil Nuceyfî ve hatibû damezirandin û ji hêla dewleta Tirk ve li Başîkayê hatibûn perwerdekirin û Heşdî Şebî ya bi desteka Îranê rageşiya ku ev demekê hebû veguherî şer. Nuceyfî heman kes bû ku Mûsil radestî DAIŞ’ê kiribû.

Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û got, ji mêj ve di nav van hêzan de rageşiyek hebû û duh ev rageşî li taxa Seqafî veguherî şer.

Sûrçî diyar kir, dema ku yekîneyeke bi ser Heşdî Şebî ve xwestiye ji herêma di bin kontrola Heşdî Wetanî de derbas bibe şer derketiye û got: "Di nav Heşdî Wetanî û Heşdî Şebî de li taxa Seqafî duh şer çêbû. Berê jî ji hev ne xweş bûn. Dema ku yekîneyeke Heşdî Şebî xwest ji cihê kontrolê yê Heşdî Wetanî derbas bibe şer çêbû."

Sûrçî anî ziman, ku di şer de ji herdu aliyan bi giştî 7 kes birîndar bûn, hê jî gelemşe berdewam e û got: "Di şer de ji Heşdî Wetanî 4, ji Heşdî Şebî 3 kes birîndar bûn. Ên ku ji Heşdî Şebî birîndar bûne Kurdên Şebek in. Rageşî berdewam dike."

Sûrçî ragihand, Heşdî Wetanî dixwaze li herêmê serweriya xwe qeyîm bike û got: "Dewleta Tirk hêzê dide van. Ji hêla Waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî ve ev hêz hatiye avakirin. Ji vê hêzê nêzî 7 hezar kes li Başîkayê têne perwerdekirin. Nêzî 2 hezar kes ji van meaş distînin."

KAMPA BAŞÎKAYÊ

Piştî ku Mûsil radestî DAIŞ’ê hatî kirin, bi desteka PDK’ê li bakurê Mûsilê li bajarokê Başîkayê kampa leşkerî hate danîn.

Dewleta Tirk ku xwedêgiravî bi gotina alîkariya însanî hatibû herêmê, pişî demekê ev der kire kampa leşkerî û vê jî kiribû ku di navbera Iraqê û dewleta Tirk de krîz çêbibe.

Dewleta Tirk beriya ku operasyona Mûsilê dest pê bike ji bo ku tevlî operasyonê bibe zext zêdetir kiribûn, vê jî kiribû ku têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyê de tûjtir bibin, Iraqê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî gilhê Tirkiyê kiribû.

Li Iraqê li dijî dewleta Tirk çalakî hatibûn kirin, Heşdî Şebî bi daxuyaniyekê gotibû heke Tirkiye ji ya xwe neyê xwarêew ê leşkerên Tirkan bi tabûtan bi ser wan de bişînin.

Piştî ku DYA’yê vekirî li pişt Iraqê sekinî Serokê AKP’ê yê Tirk Tayyîp Erdogan ku digot, ew ê di operasyonê de cih bigirin neçar mabû ku bi paş ve gav bavêje.

Ji ber têkiliya di navbera malbata Nuceyfî - ku Mûsil radestî DAIŞ’ê kiribû- û dewleta Tirk de û hewldana Tirkiyê ku dixwaze Mûsilê di nav sînorên Misak-i Millî de dibîne, tê gotin ku rageşî wê geştir bibe.