Li paytextê Almanya Munihê ji bo 34 sivîlên Kurd yên ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve hatîn qetilkirin merasimek ya bîranînê hate li darxistin.
Merasima bîranîne ya li Navenda Çanda Mezopotamya pêkhat, ji zêdetirî 100 kesan tevlîbûn.
Ji endamên lijneya Rêveber ya Navenda Çanda Mezopotamyayê Songul Akpinar axaftinek kir û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane helbestek xwend.
Piştî axaftinan belge filma li ser komkujiya Roboskiyê çêkirîn “Xem neke Dayê, Ez li Cihek Başim (Uzulme Anne, Ben ÝyÝ Yerdeyim)” hate pêşandan. Gelek kesan ji ber gotinên malbatên Roboskiyan rondikên çavên xwe negirtin.
Di dawiya merasima bîranînê de jî endamê Federasyona Komeleyên Kurd yên li Almanyayê YEK-KOM’ê Alî Yildiz axaftinekî li ser sedemên komkujiyê kir. Yildiz ku pirsên beşdaran jî bersiva da û da diyarkirin ku, gelê Kurd tenê bi avakirina yeketî û mezinkirina tekoşînê dikare pêşiya komkujiyan bigire.
Merasim bibanga pêwîste hesab ji berpirsan were xwestin bidawî bû.