Li Montpellîer û Marsîlyayê çalakiyên ji bo Ocalan
Li bajarên Montpellîer û Marsîlya yên Fransayê, ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Montpellîer û Marsîlya yên Fransayê, ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Montpellîer û Marsîlya yên Fransayê, ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
MONTPELLÎER
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistanî li Parka Peyroû Pîtotê li hev civiyan û heta meydana Comedîe ya li navenda bajêr meşiyan.
Di çalakiyê de, ku belavokên bi zimanê Fransî jî hatin belavkirin, piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, daxuyanî hate dayin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji bo Ocalan" hatin qîrîn.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Ocalan meşek hate organîzekirin.
Çalakî di çarçoveya kampanya "Azad bike" ya Meclîsa Ciwanan a Ciwanên Azad de pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Meşê heta meydana Vîeûx Portê dwam kir û pankartên bi zimanê Elmanî yên bi nivîsa "Stop Erdogan", "Berxwedan li dijî faşîzmê", "Azadî ji Ocalan re", "Ocalan temînata aştiyê ye li Rojhilata Navîn" hatin hildan.
Çalakgeran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re" qîriyan û belavok belav kirin.
Li Meydana Vîeûx Portê jî mîtîngek hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, belavoka bi zimanê Fransî ya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.
Di mîtîngê de bi navê Ciwanên Azad û Navenda Civaka Demokratîk axaftin hate kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.