Li Mersînê operasyona qirkirina siyasî: 6 kes hatin destgîrkirin

Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî de rêveberên berê yên HDP'ê û Serokê GÎŞ-DER'ê Abdulselam Kûtlû jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin.

Li Mersînê di operasyonên qirkirina siyasî de polîsan nîvê şevê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de ji rêveberên berê yên HDP'ê yên Mersînê Cabbar Karabey, Zozan Îlgen, Serokê Komeleya Karkerên Bêewlehî (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû û herî kêm 3 kes ên navê wan nehate zanîn hatin destgîrkirin.

Kesên hatin desetgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Di çarçoveya heman operasyonê de li Amedê jî aktîvîsta TJA'yê Berîtan Onen hate destgîrkirin û tê payin ku wê bînin Mersînê.