Li Mêrsînê zarokê 16 salî E.G. hate girtin. Li Şirnexê jî endamê meclîsa şaredariya Geverê yê berê Rahmî Bor hat binçavkirin.
Li navçeya Akdeniza Mêrsînê zarokê 16 salî E.G. bi hinceta tevlî çalakiyan bûye hat binçavkirin. E. G., piştî sewqî dadgehê kirin bi îdîaya tevlî çalakiya bê destûr bûye hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.
ENDAMÊ MECLISA ŞAREDARIYA GEVERÊ YÊ BERÊ HATE GIRTIN
Li Şirnexê jî endamê meclîsa şaredariya Geverê yê berê Rahmî Bor hat binçavkirin. Endamê meclisê yê berê yê BDP'yî Rahmi Bor, li Şirnexê ji aliyê polîsan ve ji otelê hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Şiernexê. Sedema binçavkiina Bor nehat zanîn.