Li Mêrdînê bi hinceta şer 6 kes hatin destgîrkirin

Leşkerên Tİrk li herêmên bejahiyê yên Mêrdînê li gelek kuçeyan qedexeya derketina derve ragihand û bi hinceta şer 6 kes destgîr kirin.

Li gundên Şêba Jêr û Şêbê yên di navbera navçeyên Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê de 17'ê Kanûnê leşkeran dema ku operasyonê kirin,  şer derketibû. Piştî şer leşkeren Tir 6 gundî destgîr kirin.

Leşkerên Tirk 17'ê Kanûnê  li Gundê Şêba jêr ê Şemrexê û Şêbê yê Derikê operasyonek kiribûn. Walîtiya Mêrdînê  17'ê Kanûnê  qedexeya derketina derve li gundan ragihandibû. Piştî qedexeyê û operasyona leşkerî, leşkeran bi ser gund de girtibûn û 6 gundî gundî destgîr kiribûn. Leşkeran li Gundê Şêbê bi ser malan de girt û welatî Sercan Dolek, Vedat Belgîn, Halîl Belgin, Nezîr Demir, Aydin Ozrak û Bedrettin Ozge destgîr kirin.
 
6 gundiyên hatin destgîrkirin birin Mirûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Piştî operasyona 17'ê Kanûnê hat diyar kirin ku şer derketiye û di şer de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Diyra bû ku cenazeyê 4 kesan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.