Li Meletî ceza li siyasetmedar û ÎHD'yiyan hate birîn

Li Meletî her yekê 6 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedar û rêveberên ÎHD'ê hate birîn.

Li Meletî danişîna HDP'yî, DBP'yî û ÎHD'yiyan ku 27'ê Mijdara 2018'an bi îdîaya 'endamên rêxistinê ne' hatibûn destgîrkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Meletî çêbû.

Kesên ku dihatin darizandin:

Hevserokê Meletî yê HDP'ê yê berê Ozcan Agdaş, Hhevseroka Bajêr a DBP'ê Nermîn Tuncel, Hevseroka Şûbeya ÎHD'ê ya Meletî Gonul Ozturkoglu, Heverokê Navçeya Battalgazî Ahmet Aksû, Hevserokê HDP'ê yê Yeşîlyurtê Azîz Dogana, rêveberê berê yê HDP'ê Hasan Karvar û endamê partiyê Ahmet Turan Sertkaya.

Ji 7 kesên ku li dozgeriyê îfadeya wan hate standin Hasan Karvar bi şertê 'kontrola edlî' hatibû berdan, 6 kesên din bi îdîaya 'endamê rêxistinê ne' hatibûn girtin.

Li danişîna biryarê her yekê 1 sal û 8 meh li Azîz Dogan û Ahmet Aksû hate birîn û ceza hate taloqkirin. Bi hinceta ku 'endamên rêxistinê ne' her yekê 6 sal û 3 meh li Ozturkoglu, Tuncel, Agdaş û Karvar hate birîn.