Li Melboûrneyê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li bajarê Melboûrne ya Avûstralyayê hate pîrozkirin.
Salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li bajarê Melboûrne ya Avûstralyayê hate pîrozkirin.
33’emîn Salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê, li bajarê Melboûrne ya Avûstralyayê bi şeveke şahiyê hate pîrozkirin.
Şeva şahiyê ya ku li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Melboûrneyê hate lidarxistin, bi koma foklorê ya zarokan ve destpê kir.
Koma Kulîlkan ya koraya zarokan derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha di şeva pîrozbahiyê de Hunermed Ayfer Duztaş jî derket ser dikê û şeva şahiyê bi gerandina govendê ve bidawî bû.