Li Melborûneyê Şoreşa Rojava hate gotûbêjkirin

Li paytext Melboûrne ya eyaleta Vîcctorîa ya Awûstûralyayê semînerekî ku Şoreşa Rojava û Qetlîama Pirsûsê digire nava xwe hate lidarxistin.

Semînera ku ji aliyê komîteya perwerdehiyê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV KURD) ve hate amadekirin, endamên komîsyonê Hayrî Oztel, Zulfu Demîrcî û Birûsk Kerkûtî amade bûn.

Hayrî Oztel ê diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk şênberî qezenç kir. Oztel got: “ Xuliqkarê van destkefiyan jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Careke din dîsa hat diyarkirin ku çiqasî îdeolojiya Ocalan rast e.

Piştî Oztel û şûnde Zulfu Demîrcî diyar kir ku armanca 33 ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin li Kobanê piştgirî bi têkoşîna azadiyê re kirinbû. Hêzên desthilat ji bo vê piştgiriyê bibin asten, ciwan qetilkirin.

Birûsk Kerkûtî yê ku bal kişand ser xebatên perwerdehiyê jî bal kişand ku civak Kurd a li Dîasporayê ketine nava xefika jiyana xapînek a modernîteya kapitalîs. Kerkûtî, diyar kir ku divê li Dîasporayê li ser bingehên rast em rêxistin bibin û girêdana xwe ya bi Şoreşa Rojava re bi hêz bikin.

Di semînerê de li gel nirsandinên axaftvanan sînevîzyon jî hate nîşandan.