Li Marsîlyayê komkujiyên Roboskê û Mereşê hatin şermezarkirin

Li Marsîlyayê komkujiyên Roboskê û Mereşê hatin şermezarkirin

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê komkujiyên Mereş û Robosk hatin şermezarkirin. Nêzî hezar kesî hatn cem hev û berbi seferatxaneya tirk ve meşiyan. Di meşê de wêneyê kesên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan.

Bi hezran kes li Qada Canebîere berbi seferatxaneya tirk a cadeya Avenu Prado ve meşiyan. Ciwanên tevli meşê bûn tabuteke bi qurnefîlan pêcabûn dan ser milên xwe. Kurdên tevli bibûn ligel wêneyan pankaretek jî hildan.

Di meşê de her wiha komkujiyên Dêrsim, Zîlan, Çorum, Helepçe, Sêwas, Gazî hatin protestokirin. Endamên Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlayayê jî eleqeyek mezin nîşan da.

Polîsên fransî ewlehiyeke berfireh girt û destûr neda girse biçe ber seferatxaneya tirk. Li nêzî seferatxaneyê ji bo kesên jiyana xwe di komkujiyan de daye deqeyek rêz hat girtin. Li vir ser navê Meclisa Gel a Herêmê Azad Gazî axivî û got dê her tim şopdarên van komkujiyan bin.

Seroka Navenda Çanda Elewî ya Marsîlyayê Muge Albayrak axivî û diyark ir ku ji ber ku komkujiyên din hatin veşartin, Roboskê îro pêk hatiye.

Piştî axaftinan dayikên kurd çelengên reş û ciwanan jî tabut bi dirûşmeyan danî ber seferatxaneyê.