Li Marsîlyayê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Meşa li Marsîlyayê bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Bi sedan kes, bi qîrîna dirûşmên "Hezar silav ji Îmraliyê re" û "Bijî Şoreşa Rojava" qîriyan.
Meşa ku bi şiyara "Em bi ruhê 15'ê Tebaxê Rêber Apo azad bikin" pêk hat, ji meydana Canebîere dest pê kir. Kurdistanî bi qîrîna dirûşman heta 'Vîeûx Port'ê ku bendergeha herî kevn a Marsîlyayê ye, meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujiya Efrînê. Duh DAIŞ îro Tirkiye..." hate hildan û posterên Ocalan, alên Ciwanên Azad û PKK'ê hatin hildan.
Meş li bendergeha Vîeûx Portê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Bi navê Ciwanên Azad û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê axaftin hate kirin.