Li Marsîlya û Bremenê piştgiriya HDP’ê hate kirin
Li bajarên Ewrûpayê piştgiriya ji bo HDP’ê didome. Di vê çarçoveyê de li Marsîlya û Bremenê çalakî hatin lidarxistin û qala girîngiya derbaskirina bendê ya HDP’ê hate kirin.

MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê HDP xebatên xurt dike. Li vê derê piştî roja Pêncşemê ew ê dengdan were destpêkirin. Wekî di hilbijartinên berê de jî hatibû kirin ew ê li semta Pradoyê saet di navbera 9-21’an de deng were dayîn.
Parlementera HDP’ê Besîme Konca tevlî civîna gel a li bajarê Montpellîerê bû û piştre jî êvarî çû serdana Navenda Çanda Elewiyan. Konca li vê derê axivî û got, “Wekî ku Seyîd Riza jî gotiye, ji ber ku me li hemberî wan stûyê xwe xwar nekir, em ji wan re bûne derd.”
Konca bang kir ku bila hilbijêrên li Tirkiyeyê biçin ser sindoqan û got, “Di 24’ê Hezîranê de ji bo hesappirsîna qetlîm û înkar û faşîzmê em ê biçin ser sindoqan. Ji ber Kurdbûn û Elewîbûna me, hê jî em tên qetilkirin. Divê em hesabê vî tiştî bipirsin.”
BREMEN
Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê ji aliyê Platforma Pêkhateyên Demokratîk xebatên hilbijartinê didome. Li camiyeke bajêr panel hate lidarxistin û namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Çewligê parêzer Erdal Aydemîr axivî. Di panelê de axaftina destpêkê ji aliyê Mele Eşref Bûdan hate kirin. Bûdan diyar kir ku li Çewligê şerekî qirêj tê meşandin û nava Îslamê jî tê valakirin.
Namzet Erdal Aydemîr jî diyar kir ku bi rêya telefonê jî kesên ku dengê xwe dane AKP dikarin werin qanihkirin û bangî xebatên kûrtir kir.
Li ser navê NAV-DEM’ê jî Saît Bîlgînsoz diyar kir ku heke AKP-MHP bi ser bikeve, ew ê qetlîam zêdetir bibin.
Piştî panelê şîva fitarê hate dayîn.