Li Marsîlya çalakiya rûniştinê pênc rojan hat dirêjkirin

Li Marsîlya çalakiya rûniştinê pênc rojan hat dirêjkirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransa çalakiya rûniştinê ya bi armanca piştgiriya bi Kobanê re hat destpêkirin 5 rojan hat dirêjkirin. Kurdistaniyên ji bajarên weke Marîgnane, Montpellîer, Draguîgname, Cannes, Cîce û bajarên cuda hatîn tevlî çalakiya nobet û rûniştinê bûn.

Li bajarê Marsîlya yê Fransa çalakiya nobetê ya bi armanca xwedîderketina li Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ hat destpêkirin 5 rojan hat dirêjkirin. Kurdistaniyên ji bajêr û saziyên weke Navenda Civaka Elewî, Montpellier, Marîgnane, Draguîgnane Cannes, Nice û hwd. hatin tevlî bûn.

Şevê din ji sedî zêdetir Kurdistaniyên hatin gel hev bi daxuyaniyekê diyar kirin ji ber xeteriya qirkirina li ser Kobanê berdewam dike çalakiya rûniştinê 5 rojan dirêj kirine. Çalakiya li Qada Vîeux Port a Marsîlya hat lidarxistin, wê bi meşeke girseyî ya roja Şemiyê bê lidarxistin bi dawî bibe.