Li Mannheîmê şeva ji bo girtiyan û silavkirina xwerêveberiyan
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyan û destekkirina girtiyan, şevek hat lidarxistin. Di şevê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî amade bû.
ANF
MANNHEÎM
duşem, 13 pûşperê 2016, 08:14
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyan û destekkirina girtiyan, şevek hat lidarxistin. Di şevê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî amade bû.
Şev ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin. Li ser navê Komîteya Amadekar ji NAV-DEM'ê Ramazan Ozuak û ji AGÎF'ê jî Duzgun Akyol axivîn. Her wiha Hozan Comert, Koma Berxwedan, Hozan Kawa, Azad Bedran û koma govendê Ronahî û Bêrîvan derketin ser dikê.
Di şeva ku bi sedan kes lê amade bûn de, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag axivî. Yuksekdag diyar kir, AKP xwe bi polîtîkayên hilweşandin û mirinê yên li Kurdistanê dike, xwedî dike. Yuksekdag ragihand, weke HDP ew ê ti astengî û sînoran nas nekin û berxwedana xwe bidomînin. Hevseroka HDP'ê got, "Ji bo me berê hemû rêyan li azadiya gelê me ye."
Di şevê de peyamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî hatin xwendin û şehîdên berxwedana xwerêveberiyê Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir, Asya Yuksek, Huseyîn Demîrcîoglû, Îvana Hoffmann, Kevîn Joachîm û Ebû Leyla hatin bîranîn.
Di şevê de tim û tim dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.