Li Mannheimê ji ciwanên Kurd kampanya îmzeyan

Li Mannheimê ji ciwanên Kurd kampanya îmzeyan

Ciwanên Kurd yên li bajarê Mannheim yê Almanyayê jiyan dikin, di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li navenda bajar stand hate vekirin. Çalakiya standê dê îro jî berdewam bike.

Ciwanên Kurd yên li navenda bajar Paradeplatzê stand vekirîn, ji bo azadiya Ocalan îmze kom dikirin, li aliyê din jî danezanên piştgiriya bi pêvajoyê re belav kirin. Hemû kesên ku tevlî kampanya ciwanan bûn û îmze avêtin, piştgirî dane pêvajoya ku Ocalan dayî destpêkirin û diyarkirin ku, ew dê tevkariyê bide demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn jî.

Çalakiya standê ku heftiyê du rojan pêktê, dê îro di demjimêr 14.00’an de li Paradeplatzê were danîn.