Li Maltepeyê qad tijî bû: Werin em bibin yek!
Li Maltepeyê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesan mîtînga 1’ê Gulanê bi sloganên li dijî faşîzmê dest pê kir.
Li Maltepeyê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesan mîtînga 1’ê Gulanê bi sloganên li dijî faşîzmê dest pê kir.
Mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesan dest pê kir. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, hunermend û nivîskar tevlî mîtîngê bûn.
Hevberdeka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî tevî kortejê tevlî qada mîtîngê bû û ÎHD’ê pankarta ji bo girtiyên nexweş hilda.
‘HDP LI SER PÊYAN E!’
Di korteja HDP’ê de jî sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e’ hate qîrkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di protokolê de cihê xwe stend.
‘EM ŞER Û DÎKTATORIYÊ RED DIKIN’
Di mîtîngê de jinan li hemberî tacîza sîstematîk dengê xwe bilind kirin. Înîsiyatîfa Xwendekaran jî bi slogana ‘Em şer, zext û dîktatoriyê red dikin’ ketin qadê.
Di qadê de wêneyên Berkîn Elvan û Alî Îsmaîl Korkmaz hatin hildan ên ku di dema Çalakiyên Geziyê de hatibûn qetilkirin.