Li Madrîdê banga xwedîderketina li Kobanê

Li paytexta Spanya Madrîd bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê semînerek hat lidarxistin.

Di semînera ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Rojava û Gelê Kurd re hat lidarxistin. Kurd û Rêxistinên- Çep û Sosyalîst tevlî bûn.

Di semînerê de ji KNK’ê Şivan Heval axaftinek kir, Heval banga xwedîderketina li Rojava û Kobanê kir û pêşketinên li Rojhilata Navîn nirxand.

‘AKP Û DAIŞ DEMA NIKARIBÛN KURDAN TÊK BIBIN DEST BI QETILKIRINA KURDAN SIVÎLAN KIRIN’

Heval got, “Dema mirov Şoreşa Rojava tenê ji bo Kurdan bigire dest wê kêm bimîne, şoreşê firsend daye hemû gel, ol û çandan.”

Heval diyar kir ku dema Gelê Kurd bi destê çeteyên DAIŞ’ê nehatin têkbirin, AKP’ê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi qetilkirina sivîlan kir.

Semîner bi pirs û bersivan dewam kir.