Li Lûzern û Dûîsbûrgê ji bo Ocalan çalakî
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrg û li bajarê Swîsre Lûzernê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrg û li bajarê Swîsre Lûzernê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê çalakiya nobeda kon a ku ji aliyê NCDK û meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yûksel a Dûîsbûrgê ve ku ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Navenda Gara Trenê 4 roje didome, îro seat 17:00’an de li pêşiya HBF bi mîtîngekê bi dawî bû. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Dûîsbûrg û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yûksel a Dûîsbûrgê ve bi awayekî hevpar hatî rêxistinkirin, bûn.
Di axaftin û belavokên mîtîngê de hatin belavkirin de bal hate kişandin li ser fikarên li ser rewşa Ocalan û banga lezgîn a ketina tevgerê ji bo saziyên navnetewî hate kirin.
Di çalakiyê de li ser navê NCDK-Dûîsbûrg Zozan axivî û wiha got: “Ev 19 sal e Ocalan bi awayekî bê hiquq dibin tecrîda girankirî de ye û herî dawî ev 2 sal e têkiliya wî ya bi parêzer û cihana ji derve re hatiye qutkirin.”
Di çialakiyê de li ser navê Jinên Êzidî û antî faşîst ên Elman axaftin hate kirin. Çalakî bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan na be ‘ ve dawî bû.
LÛZERN
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî ji bo balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Meclîsa TEV-ÇAND a Swîsreyê li Qada Kûrplaz a yek ji cihê herî turîstiye çalakî lidar xist û belavokên bi sernavê ‘Ji Ocalan Re Azadî’ ên bi zimanê Elmanî belavkirin.
Di çalakiyê de balavokên ku pêkanîna tecrîda girankirî ya li ser Ocalan vedibêje, bi gulên sor ve hatin belevkirin. Di çalakiyê de hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin ser dikê û helbestên li ser Ocalan vehûnandîn gotin. Çalakiya têde dirûşmên bi Elmanî hatin qîrkirin de bi gernadina govend û tilîliyan ve bi dawî bû.