Li Londonê komkujiya Roboskiyê hate protesto kirin

Li Londonê komkujiya Roboskiyê hate protesto kirin

Li paytextê Îngilîstanê Londonê komkujiya Roboskiyê bi meşekê hate şermezar kirin.

Meşa ku di pêşengtiya Meclisa Ciwanên Ozgur Ronî ve hatî organîze kirin, li gel saziyên Kurdan, MLKP û Partîzanê jî zêdetirî 1500 kes tevlîbûn.

Meşê di demjimêr 13.00’an li ber Malagel bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di komkujiya Roboskiyê û Gurgumê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Di meşa ku 34 tabûtên wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn li ser heyî hatin hilgirtin, her wiha pankartek mezin ya navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hate hilgirtin.

Her wiha di meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, MLKP û Partîzan gelek al hatin bilind kirin. Dowîz û pankartên li ser “Ji kuştina 34 sivîlan Dewleta Tirk berpirsyare”, “Çareserî diyaloge”, “ Bêdengiya we Kurdan dikuje”, “Dema ku 34 kes hatin kuştin mafê mirovan li ku bû” nivîsî hatin hilgirtin.

Di meşê de bênavber bi zimanê Kurdî, Îngilîzî û Tirkî sloganên “Qatîl Erdogan”, “Qatîl dewleta Tirk”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehnime”, “Deşta Harîngey deşta PKK’ê ye”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Tolhildan” hatin qîrîn.

Di meşa ku bi sedan belavok hatin belavkirin de, ciwana di çarçoveya kampanya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 400 îmza hatin komkirin.

Dema ku hatin herêma Harîngey ya ku Kurd pir lê dijîn, navên kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dayîn yek bi yek hatin xwendin. Dema ku nav hatin xwendin, hemû girseyê bi hev re di got, “Jiyan dike”.

Di dawiya meşa ku polîsan tedbîrên mezin girtin de, axaftinên şermezarkirina komkujiyê hatin kirin. Piştî axaftinan meş bi avêtina slogana bidawî bû.