Li Licê herî kêm 2 çawişên pispor hatin kuştin

Li Licê herî kêm 2 çawişên pispor hatin kuştin

Hate zanîn ku di encama pevçûna ji ber operasyona artêşa Tirk li sêgoşeya navêyeên Licê, Hênê û Dara Hênê dabû destpêkirin, herî kêm 2 çawişên pispor hatine kuştin. Daxuyaniya Walîtiya Amedê ku digot di pevçûnê de 10 gerîla jiyana xwe ji dest dane, heta niha nehatiye piştrastkirin, lê tenê du cenazeyên gerîlayan birine Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Artêşa Tirk duh saet di 06.00 li sêgoşeya navên Licê, Darahênê û Hênê, dest bi operasyoneke berfireh dkiribû. Walatiya Amedê diyar kir ku di encama pevçûnan de 10 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, di operasyonê de artêşa Tirk li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Heta niha cenazeyê du gerîlayan tenê birine Saziya Tiba Edlî Meletiyê.