Li lêpirsîna bertîlê de 16 kes hatin girtin
Li lêpirsîna bertîlê de 16 kes hatin girtin
Li lêpirsîna bertîlê de 16 kes hatin girtin
Li Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna 'nelirêtî û bertîlê' de ji 49 kesên bi daxwaza girtinê duh êvarê radestî dadgehê hatin kirin tevî kurê Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler Bariş Guler, kurê Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan Salîh Kaan Çaglayan, Mudurê Giştî yê Halkbankê Suleyman Aslan û karsaz Reza Zerrab 16 kes hatin girtin.
Ji gumandaran 49 jê bi daxwaza girtinê duh sewqî Eliya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Ji bersûcên sewqî dadgehê hatin kirin, tevî kurê Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler Bariş Guler, kurê Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan Salîh Kaan Çaglayan, Mudurê Giştî yê Halkbankê Suleyman Aslan û karsaz Reza Zerrab 16 kes hatin girtin.
Tevî Şaredarê Fatîhê Mûstafa Demîr û kurê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar Abdûllah Ogûz Bayraktar 33 kes jî hatin berdan.