Li Kurdistanê sûcên kîmyewî yên hesab jê nehatine pirsîn!
Li Kurdistanê sûcên kîmyewî yên hesab jê nehatine pirsîn!
Li Kurdistanê sûcên kîmyewî yên hesab jê nehatine pirsîn!
Raya giştî ya cîhanê ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî destwerdana leşkerî li Sûriyê nîqaş dike, li pêşberî gunehên bi heman rengî yên li Kurdistanê bêdeng ma. Tevî belge, rapor û gumanên cidî yên çavdêrên navneteweyî, dest ji cezakirina berpirsyarên sûcê kîmyewî berdin, der heqê wan de jêpirsîn jî nehat vekirin.
Di 22-24'ê Cotmeha sala 2011'an de di pevçûneke li Geliyê Kazan ê navçeya Colemêrg Çelê de 36 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên şewitî yên gerîlayan bi rojan li morga Meletiyê hatin rawestandin û gelek agahî û belgeyên cidî yên nîşan didan ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bikar aniye, pêşkêşî raya giştî hat kirin. Gerîlayekî ji pevçûnê bi saxî filitî ragihand, ku piştî teqînê dûxaneke bi bêhna fêkî bilind bûye.
Li gel bangên saziyên civakî yên sivîl jî, hikûmeta Tirk destûr neda pisporên navneteweyî ku li ser cenazeyên gerîlayan lêkolînê bikin û raporên tipa edlî ya dozgeriya Meletiyê jî hînê nehatine aşkerakirin. Piştî pevçûnê, yekane çavdêrê navneteweyî yê çû cihê bûyerê parlamenterê Elman û çavdêrê çeka biyolojîk ê berê yê Neteweyên Yekbûyî Dr. Jan van Aken bû.
OPCW PÊWISTÎ BI VEKIRINA JÊPIRSÎNÊ NEDÎT
Dr. Aken li qada pevçûnê ya 2 kîlometre berfireh lêkolîn kir û delîl berhev kir. Dr. Aken di hevpeyvîna xwe ya hingî de ji ANF'ê re ev agahî dabû: "Me li cihê bombe teqiyaye, delîl peyda kirin. Me şopa bombeyên tonekê dîtin. Min ji pisporên kîmyewî pirsî, wan ji min re gotin ku zehmete piştî 4 hefteyan ji mînakan şopa kîmyewî bê dîtin. Ji ber vê yekê, eger şop hebe jî ji xwe piştî ewçend demê, ji holê rabûye."
Dr. Aken da xuyakirin ku destûrnedana doktorên serbixwe ku cenazeyan bibînin û aşkeranekirina rapora tipa edlî ji bo wî sedema pirsên girîng e û got, "Gelek delîl hene ku hikûmeta Tirk li gorî qedexeya çeka kîmyewî tevnegeriyaye. Delîlên me berhev kirine, ewle ne. Divê ev delîl werin lêkolînkirin. Me ev berhev kirin û şandin navenda OPCW ya li Den Haagê û ji wan xwestin ku lêkolîneke serbixwe bê kirin."
Lê belê, tevî ku 2 sal di ser re derbas bûye jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hînê ji bo Geliyê Kazanê jêpirsînek venekiriye. Li gorî parlamenterê Partiya Çep Dr. Aken ku di sala 2003'an de li Zanîngeha Hambûrgê Navenda Lêkolîna Çekên Biyolojîk vekir, ji ber tengezariya dîplomatî û têkiliya dewletên Rojava bi Tirkiyê re, OPCW ev bûyer piştguh kiriye.
Dr. Jan van Aken, der barê çekên biyolojîk û kîmyewî yên li Tirkiyê de di navbera salên 2004 û 2011'an de rapora amade kir û bang li OPCW kir. Beriya Geliyê Kazan gelek guman, belge û agahî hatin rojevê ku artêşa Tirk di şerê li Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar aniye, di envantera xwe de gazên qedexe hene. Li gorî raporên ku radixe ber çavan Tirkiyê gelek caran Peymana Çekên Kîmyewî ya di sala 1997'an de mor kiribû binpê kiriye, sicîla çekên kîmyewî ya artêşa Tirk wiha ye:
DI SALA 1986'AN DE FERMANA GAZA BI JEHR
Fermandariya Hêzên Bejahî ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di 25'ê Sibata sala 1986'an de fermana "Di rewşeke pêwîste bombeyên rê li ber şewitîna çavan û verişînê vedike, were bikaranîn" û "tunel bi gaza bi jehrî werin dagirtin da ku neyên bikaranîn" da. Belgeya ku di hejmara 23'ê Tebaxa sala 1989'an a Kovara Îkîbîne Dogrû de hat weşandin, ji aliyê Orgeneral Necdet Oztorûn ve hatibû morkirin. Artêşa Tirk der barê belgeyê de bi salan bêdeng ma û belge di sala 2010'an de ber destê hikûmeta Elmanya ya Federal. Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê jî di Çileya sala 2011'an de daxuyaniyek da ku ew bi tenê hewl didin ka bi rastî fermaneke bi vî rengî heye yan na, derxînin holê. Lê belê tu encam bi dest neketin.
TIRKIYÊ BOMBEYÊN CS YÊN QEDEXEKIRÎ HILBERAND
Zanîngeha Bradford a li Îngilîstanê di sala 2010 de derxist holê ku Saziya Endustriya Maşîn û Kîmya (MKEK) ya Tirk, bombeyên CS ên bi 120 mm kalîbreyî hilberandiye û li bazara navneteweyî firotiye. Bombeyên CS ya bi 120 mm kalîbreyî ku di Fûara Çekan a AAD ya li Kapstadt'ê di sala 2010'an de hatin nîşandan, li gorî Peymana Çekên Kîmyewî (CWS) qedexe ye. Lê belê tevî ewçend agahî û belgeyan jî OPCW jêpirsîn neda destpêkirin û nayê zanîn ka bombeyên mijara gotinê hatine tunekirin an na.
TETBÎQATA DI TRT'Ê DE HAT WEŞANDIN
Di sala 2004'an de di dokûmantera li ser "yekîneya antî teror" a artêşa Tirk de, ku di TRT'ê de hat weşandin, hat dîtin ku leşkerên Tirk bombeyên çavan dişewitîne test dikin. Di dîmenan de tê dîtin, ku piştî bombeyên tunekirinê yên diavêjin şikeftan, bombeyên çavan dişewitînin diteqînin û dûre jî dûxana bi rengê zer ji şikeftê bilind dibe. Li gorî rapora Dr. Aken, dûxana zer, dûxana ji bombeyên kîmyewî derketine holê ye. Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ku destûrê dide polîsan ku gaza çavan dişewitîne bikar bîne, di heman demê de bikaranîna vê gazê di konsantrasyonên bilind û li qadên girtî de qedexe dike. Li gorî peymanê qedexeye ku heman gaz di şert û mercên leşkerî de bê bikaranîn.
KOMKUJIYA BALLIKAYA YA DI ASLA 1999'AN DE
Di 11'ê Gulana sala 1999'an de li herêma Ballikaya ya Şirnexê di şikeftekê de 20 gerîlayên PKK'ê hatin kuştin. Di dîmenên piştî pevçûnê hatin kişandin û di sala 2011'an de li ROJ TV û ANF'ê hatin weşandin de, wiha dihat gotin: "Leşkerên me niha bi xeteriya jehrîbûnê re rû bi rû ne. Lê belê dîsa jî bi cinewarî, bi qehremanî dikevin hundir...Tevî ku me rojekê navbera dane jî, bandora gazê dewam bike."
Di dîmenan de fermandarê artêşa Tirk ê operasyona bi rêve dibir (ku dê piştre bibbûya Serokê Fermandariya Giştî) Necdet Ozel agahî dida payebilindê xwe. Artêşa Tirk înkar kir ku ew fermandar Necdet Ozel e. Lê belê der barê bikaranîna çekên kîmyewî de tiştek negot û bi awayekî sergirtî be jî bikaranîna vê qebûl kir.
Komkujiya li Ballikayayê, di sala 1999'an de ji aliyê PDS û di sala 2011'an de jî ji aliyê Partiya Çep ve ket rojeva Meclîsa Federal a Elman. Ji ber ku bûyerê xwe digihand Elmanyayê. Perçeyên bombe yên li qada pevçûnê ji aliyê Kizilayê ve hatibûn komkirin û radestî nûçegîhanê televîzyona Elman hatibû kirin. Di lêkolîna tipa edlî ya li Zanîngeha Munchenê de derket holê ku li ser van perçeyan şopa gaza CS ya qedexekirî heye. Di bernameya kanala televîzyonê ya Elman ZDF a bi navê "Kennzeichen D" de hat ragihandin ku ev bombeya bi tîpa RP707 ji aliyê kargeha Elman Buch&Depyfag ve hatiye hilberîn û ji sala 1995'an û pê ve ji Tirkiyê re hatiye firotin.
DI SALA 2009'AN DE KUŞTINA 8 GERÎLAYAN
Di meha Îlona sala 2009'an de di pevçûneke li bejahiya navçeya Colemêrg Çelê ya navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG'ê de, li şikeftekê 8 gerîla hatin kuştin. Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku artêşa Tirk di pevçûnê de gaz bikar aniye û heyeteke mafên mirovan a ji Elmanyayê çû herêmê, wêneyên cenazeyan bi dest xist. Heyetê, ji bo aşkera bike ka bi wêneyên hatiye lîstin an na, ji bo lêkolînkirinê wêne da pisporan.
Piştî ku pisporan der barê manîpulasyoneke li ser wêneyan de biryara xwe dan, wêne ji bo lêkolînkirinê radestî patalogên li Nexweşxaneya Zanîngeha Eppendorf a Hambûrgê hat kirin. Doktoran di wêneyan de bandora madeya kîmyewî tespît kirin û di rapora xwe ya 20'ê Tîrmeha sala 2010'an de ev tespît kirin: "Jorê laş, mil û rû mîna kaxiza parşomen ziwa bûne. Ev yek bandora tînê dide xuyakirin. Berevajî bandora termîk, pûrt û mûyên li ser rû û sîngê mîna şewitîne xuya nakin. Ji ber vê yekê, bandora madeyeke kîmyewî dikare li ber çavan bê girtin." Meqamên Tirk ên li ser cenazeyan otopsî kirin jî, tevî ku di ser re çar sal derbas bûne jî rapor aşkera nekirine.