Li Kopenhagê ji bo Efrînê mîtînga hevgirtinê

Bi pêşengiya PYD Danîmarkayê li paytext Kopenhagê çalakiya hevgirtina bi Efrînê re hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir, di mîtîngê de aktîvîstê Danîmarkî  Annette Mort axivî. Mort diyar kir ku nayê qebûlkirin ku Tirkiye êrîş bibe ser wê civakê û xweparastina wê ku ji bo gelên Sûriyê û Rojava û Rojhilata Navîn şer dike û bêdengiya dinyayê ya di vê mijarê de şermezar kir.

Piştre li ser navê PYD Danîmarka axaftin hatin kirin û hate gotin parastina Efrînê heta dawiyê wê were kirin û roj roja berxwedanê ye.

Di çalakiyê de alayên PYD, YPG’ê hatin hildan û seraqet dirûşm dijî Tirkiyê û hikûmeta Erdogan hatin berzkirin.