Li kongreya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê pêşniyarnameya Efrînê

Dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û sûcên şer yên ku kirin li kongreya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê bû rojev. Li kongreye ku li Kantona Vaudê Lozanê pêk hatî pêşniyarnameyeke derbarê Efrînê hate qebûlkirin.

Li ser hewldana delegasyona Kurd a li kongreya Partiya Sosyalîst a Kantona Vaudê li ser Efrînê biryarek hate standin, bang hate kirin ku Tirkiye li dadgehên navnetewî were darizandin.

Îhsan Kurt ê ji Partiya Sosyalîst pêşniyarname li kongreye xwend û hate gotin dewleta Tirk bi desteka Rûsyayê bi komên ‘cîhadîst’ Efrîn dagir kirine.

Partiya Sosyalîst bang li KENY’yê (Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî)  kir û xwest ku dewleta Tirk demildest ji Efrînê vekişe.

Delegasyona Kurd a ku tevlî kongreye bûyî got pêşniyarnameya derbarê Efrînê bi yek dengî derbas bû.

Li gorî şandeya Kurd, ‘’kongreyê bi xweşî şandeya Kurd pêşwazî kir’. Şandeyê diyar kir ku hemû kesên ku tevlî kongreyê bûbûn derbarê Efrînê xwedî agahî bûn û got, ‘Biryarên girîng hatin standin. Bang li NY’yê hate kirin û hate xwestin ku dewleta Tirk ji Efrînê vekişe.’’

Biryarên ku ji kongreye hatin standin:

-Em bang dikin ku destek li Rêveberiya Rojava çêbibe û bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk helwest weren nişandan.

-Ji bo ku dewleta Tirk ji Efrînê vekişe em bang li KENY’yê dikin.

-Em ji Konseya Netewî ya Swîsreyê û Konseya Federal daxwaz dikin ji ku dewleta Tirk ji ber sûcên şer li Dadgehên Navnetewî were darizandin xebatan bikin.