Wekîlên NRW'yî bang kirin: Bila tecrîd bi dawî bibe

Parlamenterên Partiya Keskan û SPD'ê yên mezintirîn eyaleta Elmanyayê NRW'ê gotin, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan, roj bi roj daxuyaniyên nû ji siyasetmedarên ji partiyên cuda yên Ewropayê tên. Herî dawî, li Meclîsa Eyaleta Westfalya Ren a Bakur (NRW) ku mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Îbrahîm Yetîm û ji Partiya Keskan Berîvan Aymaz daxuyanî dan.

Her du wekîl ji rojnameyên ser bi Koma Fûnke Medya re axivîn û diyar kirin, divê daxwazên siyasetmedar û aktîvîstên di greva birçîbûnê de ne bi cih werin anîn. Aymaz a ji partiya Keskan got, "Siyaseta Elman û Ewropayê divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê cidî bibînin, bala xwe bidin ser vê meseleyê, naxwe wê rewş bêhtir nebaş bibe."

'DAXWAZA JI BO BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ DAXWAZEKE ÎNSANÎ YE'

Ji SPD'ê Yetîm jî diyar kir ku berdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven gaveke erênî ye û got, "Doza Guven nîşaneya wê yekê ye bê li Tirkiyeyê bi lîderiya Erdogan zexteke çiqasî giran li mûxalefetê tê kirin."

Parlamenter Yetîm anî ziman, daxwaza ji bo bidawîbûna tecrîdê daxwazeke însanî û mafdar e û wiha dewam kir: "Ev daxwaz li sekna me ya însanî tê." Parlamenter Yetîm bang li hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel kir: "Êdî nîşan bidin ku ji bo azadiya îfadeyê, mafên mirovan û parastina mûxalefetê pîvanên jêneveger hene."

Partiya Çep ji bo hînbûna helwesta hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel pêşnûme pirsek pêşkêş kiribû û 16'ê Çileya 2019'an bi navê rêveberiya Berlînê, Wezîrê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bersiv dabû. Roth xwestibû, li gorî peymanên navneteweyî yên ku hikumeta Tirk mohra xwe daniye binî, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.

Tevî ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û Ocalan hîn jî nikare parêzer û malbata xwe bibîne, rêveberiya Berlînê heta niha bangeke vekirî li hikumeta Tirk nekiriye.

ÇALAKIYA TÛZAK DI ÇAPEMENIYA ELMAN DE CIH GIRT

Rojnameyên ser bi Koma Fûnke Medyyaê her wiha cih da Mele Mûstafa Tûzak ê ku li bajarê Dûîsbûrgê li dijî tecrîdê 15 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Hate ragihandin ku Tûzak dibêje, "Zext li gelê Kurd dibe û bi salan e tê kuştin. Ez aştî û edaletê dixwazim" û rojên destpêkê 5 kîlo li xwe kêm kiriye."