Li konbajaran ji bo pêşîgirtina nexweşiyan xebat

Li konbajaran ji bo pêşîgirtina nexweşiyan xebat

Ji bo Kobaniyên hatine Pirsûsê xebatkarên tenduristiyê yên dildar ku xebatan dimeşînin ji bo pêşî li nexweşiyên belav dibe bigirin xizmeta tenduristiya parastî didin. Ji Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê Denîz Aslan diyar kir ku divê bi taybet dayik û zarok têr bên xwedîkirin û xurekê bigirin û her wiha banga hestiyariyê kir.

Hewcedariyên Kobaniyên li konbajaran dimînin ji aliyê dildarên Koordînasyona Krîzê ya Kobanê ve tên çareserkirin û her wiha xebatên tenduristî û perwerdeyê jî ji aliyê dildaran ve tên meşandin. Ji bo Kobaniyan komîsyonek hat avakirin û pirsgirêkên tenduristiyê yên konbajaran tespît dikin û li gor vê xebatê dimeşînin. Hedefa sereke ya xebatkarên dildar ên tenduristiyê ev e ku xebatên xizmeta tenduristiya parastî bikin. Di heman demê de xebatkarên din ên amator jî li konbajaran di koordînasyona tenduristiyê de dixebitin.

EM PÊŞÎ LI NEXWEŞIYÊ DIGIRIN

Denîz Aslan ku di meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê de cih girtine û li di xebatên tenduristiyê yên Pirsûsê de jî cih digire diyar kir ku hedefa wan pêşîgirtina nexweşiyane û got: “Ji ber vê em xebata xizmetên tenduristiya parastî dikin. Tenduristî ne tenê karê pisporên tenduristiyê ne, ji ber vê yekê li konbajaran gelek xebatkarên amator hene. Me bi jinên Kobanê re hevdîtin kir û bi jinên dildar re ekîbek ava kir. Berpirsên amator her roj digerin û pirsgirêkên tenduristiyê tespît dikin.

DIVÊ ŞERT Û MERC BÊN BAŞKIRIN

Aslan wiha berdewam kir: “Şert û mercên şer, ji nexweşiyan re gelek guncaw e. Heta mimkun be em ê xebatên xizmeta tenduristiyê berdewam bikin. Mînak zarokên zikê wan diçe tên tespîtkirin û  dayikên wan tê perwerdekirin. Beyî hewce bi derman hebe dw pêşî li nexweşiyê bê girtin. Em bi hinek dermanên hêsan dixwazin pêşî li nexweşiyan bigirin.

Ji ber şer gel di şert û mercên nebitendurist dijîn. Têr xwedî nabin û beden hewcedariya vîtamînê pêşwazî nake. Bi taybet jî dayik ji bo şîr bidin zarokên xwe divê xurekên têr bigirin.”